Çeteyan du welatî li navçeya Şiyê û navneda bajarê Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê bê nvaber dewam dikin. Çeteyan du welatî li navenda bajarê Efrînê û navçeya Şiyê revandin. Her wiha zarokeke 14 salî jî ji ber hovîtiya çeteyan xwe kuşt.

Ji roja dagirkirna Efrînê û heta niha, dewleta Tirk û çeteyên wê rojane sûcan li dijî welatiyên li Efrînê mane pêk tînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên dewletaTirk du welatî li Efrînê bi hincetên her carê revandin.

Rêxistinê diyar kir ji kesên hatine revandin Ehmed Silêman Bekir yê 32 salî ji gundê Çeqala yê navçeya Şiyê ku nû ji koçberiyê vegeriyabû Efrînê.

Hate ragihandin ku çeteyan ew birin cihekî ne diyar û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Zaroka bi navê Zeyneb Emîn ji ber sûcên dagirkeran xwe kuşt

Li gundê Meydan Ekbez ê navçeya Raco jî, ji ber tundiya li dijî jinan tê kirin, zaroka bi navê Zeyneb Emîn xwe kuşt.

Zeyneb piştî ku rakirin naxweşxaneyê ji bo dermankirinê jiyana xwe ji dest da.

Sûc û binpêkirinên dijî jinan li Efrînê pir zêde bûne.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, di 2021`an de 84 jin hatine kuştin û 82 jin hatine revandin.

Çeteyan êşkence li du welatiyên ji gundê Basûfanê kir

Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk êşkence li du welatiyên ji gundê Basofanê yê navçeya Şêrawa kir.

Hat diyarkirin her du birayan ji ber red kir çete pezên xwe li erdên wan biçêrînin, bi giranî êşkence li wan hat kirin.

Çeteyan gefa kuştinê li welatiyekî xwar

Li aliyekî din, welatiyê bi navê Mihemed Boza li Helebê Koçber bû vegeriya Efrînê. Lê çeteyan gefa kuştinê li Mihemed Boza xwar ku daxwaza mala xwe ya desteserkirî ya li navenda bajarê Efrînê ji çeteyan kir.

Çeteyan li navçeya Şêrawa 110 darên zeytûnê birîn

Binpêkirinên çeteyan li dijî xwezayê jî dewam dikin.

Çeteyan li gundên Kebaşîn û Basûfanê yên bi ser navçeya Şêrawa 110 darên zeytûnê birîn.

Back to top button