“KNK bûye pirek di navbera partî, sazî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) salvegera 23’an a damezrandina bi daxuyaniyekê xwe pîroz kir.

Di daxuyaniyê de KNK’ê erka xwe ya ji bo gelê Kurd bi bîr xist û ev tişt got,

“Di dema derbasbûyî de, bêrawestan hemû kongre û civatên giştî yên xwe bi şêweyeke bi rêk û pêk û bi serketî pêkanîn.

Bi sedan konferans û civînên berfireh di saziyên navneteweyî û parlamentên welatan li ser pirs û doza Kurdistanê bi rêxistin kir.

Hezaran hevdîtinên dîplomasiyê bi mebesta avakirina lobî û nasandina doz û pirsa Kurdistanê û piştgîrîkirinê hatin kirin.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Konseya Rêveber a KNK’ê got: “KNK bûye pirek di navbera partî, sazî û kesayetiyên Kurd, Kurdistanî, pêkhate û baweriyên etnîkî yên Kurdistanê de.”

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê damezirandina xwe carek din li gelê Kurdistanê pîroz kir û got:

“KNK li dijî êrişên dagirkeran jî, her tim rola pêşengiya xwe dîtiye û dibîne.”

Back to top button