Ewropa ji ber germahiya zêde dişewite

Germahiya zêde ya ku cîhan xisiye nava alarmê vê carê jî berê xwe daye Başûrê Ewropayê.
Pêla germahiya ku roj bi roj bilind dibe, daristanê Yewnanîstan û Swîsreyê dişewitîne.
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê dibêje pileyên germê wê di salên pêş de dijwartir bibin.

Li Başûrê Ewropayê germahiya zêde herkes xistiye nava tevgerê.

Ji ber germa zêde agir derket û herêmeke mezin di nav şewatê de maye.

Heta niha jî şewatên daristanan li seranserê parzemînê dewam dikin.

Germahiya ku roj bi roj zêdetir dibe bi xwe re şewata li daristanan jî dijwartir dike.

Li daristanên Yewnan û Swîsreyê şewat

Ji ber vê li gelek deveran agir bi daristanan ketiye.

Agirê germahiya zêde tîmên agirkujên Yewnanîstan û Swîsreyê xistiye nava tevgerê.

Ji ber germahiya zêde ya li daristanên Yewnanîstanê kampeke havînê ya ku 1200 zarok tê de bûn hat valakirin.

Devera ku herî zêde bandora şewatê lê tê dîtin jî herêma Dervenokhorya ya li bakurê paytext Atînayê ye.

Li wir jî hewildanên vemirandina agir dewame.

Bi heman awayî tîmên agir kujiyê yê Swîsreyê karibûn li nêzî gundê Bitcsh ê girêdayî kantona Valoisê agir vemirînin.

Li gorî zanyaran ji ber guherîna avhewayê, pilên germê tundtir bû ye.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê: Cîhan wê germtir bibe

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) dibêje pileyên germê wê di salên pêş de tundtir bibin.

Li gorî rêxistinê ji bo pêşî girtina vê xeteriyê pêywîste hewildan hîn zêdetir bêne kirin.

Şêwirmendê payebilind ê germahiya tund a girêdayî Neteweyên Yekbûyî John Nairn, dibêje:

“Ev bûyer wê gurtir bibin, lewma divê cîhan xwe ji germahiyên dijwar re amade bike.”

Li girava La Palma ya Spanyayê ji ber şewata ku roja şemiyê dest pê kiribû 20 xanî hilweşiyan.

Piştî demekî di nîvê şevê de şewat hat kontrolkirin.

Li Îtalya, Spanya, Yewnanîstan û hinek deverên Balkanan hişyariya sor a ji bo xetereyên tenduristiyê yên ji ber germa zêde didome.

Rekora germahiyê ya li Ewropayê di Tebaxa 2021’ê de li herêma Palermo ya Sîcîlyayê bi 48,8 pileyî hatibû tomarkirin.

Tê çav rê kirin ku pileya germahiya îsal vê rekorê derbas bike.

Back to top button