Dostên Kurdan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Bi boneya  salvegera Şoreşa Rojava re dostên Kurdan ên biyanî jî peyamên pîrozbahî weşandin.
Di peyaman de şoreşger û enternasyolîstan kefxweşiya xwe anîn ziman û gotin:
Şoreşa Rojava ji bo me bû îlhamek mezin. Bê guman ev hemû bi fikrê Abdullah Ocalan pêk hat.

Şoreşa ku roj bi roj li cîhanê belav bû ji bo hemû gelên bindest bû îlhama jiyana azad.

Ji her hêlên cîhanê legêrînvanên azadiyê ji bo naskirina şoreşê û piştgiriya bo Kurdan berê xwe dan Rojava.

Bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava re dostên Kurdan ên biyanî peyamên pîrozbahî weşandin û hestên xwe anîn ziman.

Mûzîkjenê Meksîkî Felix: Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min

Mûzîkjenê ji Meksîkayê Nathan Felix ku hunermendekî Operayê yê, bi navê “Ocalan” albumeke çêkiriye.

Nathan Felix bi peyamek bi dîmen şoreşa Rojava pîroz kir û tê de ev yek got:

“Şoreşa Rojava îlhamek mezin daye min. Ev şoreş tê wateya berxwedana lehengane.

“Abdullah Ocalan bi gotin, prespektîf û fikirên xwe hunermend e”

Bê guman ev hemû bi fikrê Abdullah Ocalan pêk hat.

Ji xwe Abdullah Ocalan bi gotin, perspektîf û fikrê xwe Hunermend e.

Ez pir kêfxweş im ku parçeyekî ji tevgera hunerî ya derdora Kurdan û Abdullah Ocalan im.

“Li ser fikrê Şoreşa Rojava divê Yekîtiyek Enternasyonalîst ava bibe”

Şoreşgerê Îtalî Francesco Pîobbîchî jî bi wesileya salvegera şoreşa Rojava peyemeke weşand.

Francesco diyar dike rojava tecrûbeyeke pir xweş, manekî nû ya mirovahiyê ava dike û wiha dibêje:

Divê em enternasyonalekî nû ya mirovahiyê ava bikin.

Ez bawer dikim ev kare me hemûyan yê sereke ye

û tecrûbeya Rojava, vê derfeta siyasî ku ji me hemûyan re pewîste bi rengekî encamkirî ava kir.

Di şoreşa Rojava de tovê vê pêwîstiyê hatiye çandin, darek ji bo mirovahiyê pêwîst e.

“Şoreşa Rojava ji me re mînake, em li we tiştên nû fêr dibin”

Her wiha Enternasyonalîst û Profesorê Zanîngeha Helsînkî ya Fînlandînyayê Barr Gills jî şoreşa rojava pîroz kir û ev nirxandin kir:

Em ji we jiyaneke nû, fikreke nû fêrbûn.

Hûn bi avakirina civakek azad dixwazin jiyaneke aştîiyane avabikin û ev yek gelek girîng e.

Hûn ji bo me mînakin.

Em dixwazin hun bizanibin ku em jî di vê şoreşa we de li ba wene û piştevaniya we dikin.

Back to top button