Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anîn û got: armanca pêkanîna komkujiyê têkbirina vîna jina tolhildêr e.
Bi boneya nêzbûna salvegera 10’an a komkujiya Parîsê û bîraîna şehîdên komkujiyê Tevgera Hîlala Zêrîn daxuyaniyek da.
Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate dayîn û ev tişt hat gotin:
2013’an li paytexta Fransayê Parîstê li dijî her sê têkoşeran Sekîne Cansiz, Leyla û Fîdan komkujiyek pêk hat û armanca wê têkbirina vîna jina tolhildêr bû.
Dewleta Tirk a dagirker çand û hunera gelê Kurd li pêş çavê cîhanê hedef digire.
Ji lew re herî dawî jî Komkujiya Duyem pêk anî.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker wê vîna jina azad û têkoşer têk nebe.
Gelê Kurd bi felsefeya rêber Ocalan ve girêdayî ye û li ser şopa wî heta pêkanîna azadiya fîzîkî û serkeftinê dimeşe.