Ronahî ji xwe bawer, di rêya têkoşînê de xwedî gavên mezin bû

Piştî du roj din salvegera 10’an a komkujiya Parisê ye. Li dijî komkujiyê bi hezaran kes di nava çalakiyan dene.Lê ruxmê wê jî heya niha dewletên biryara komkujiyan dane nehatine darezandin. Em niha berê xwe bidin, jiyana yek wan sê jinên têkoşer Leyla Şaylemez.

Sakîne Cansiz ( Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî)…

3 jinên Kurd yên şoreşger li paytexta Fransa Parîsê, 9’ê Çileya 2013’an de hatin şehîdxistin.

Kujerê komkujiyê her çiqas dewleta Tirk be jî lê ev komkojî komployek navnetewî bû.

Sakîne militana nifşa yekemin, Rojbîn nifşa duyemîn, Ronahî jî nifşa sêyemîn ya tekoşîna azadiya jin e.

Şehîdxistina nifşê sêyemîn Leyla, li gel nifşê yekemîn û dûyemîn ne tesedufîbû.

Ji ber Ronahî û Fîdan bi berxwedana Sakineyê mezin bûbûn û dabûn li ser şopa wê.

Leyla Şaylemez di 1 çileya 1988’an de li Mêrsînê ji dayîk dibe.

Malbata wê bi eslê xwe ji navçeya Licê ya Amedê ye, ji wir koçî Mêrsînê kirine.

1994’an jî ji ber zextên dijmin berê xwe didin Almanyayê.

Leyla 1996’an beşdarî xebatên çandê dibe.

Ew bi vê yekê re gava xwe ya yekemîn a şoreşgerî diavêje.

Leyla tu caran jiyana li Ewropayê qebul nekir û kete ser rêya Sakine Cansiz.

Ew bû şopdara diruşma “me bi ciwantî dest pê kir,emê bi ciwantî bi ser bikevin”.

Weke şervaneke bû endama tevgera azadiyê.

Leyla ketibû ser rêya azadiyê û wê eşqa xwe ya azadiyê ditibû.

Ew 2009’an tevlî tevgera azadiyê bû û li dijî hêzên serdest serî rakir û têkoşiya.

Lê wê dizanîbû ku azadî bê bedêl pêk nayê.

Leyla ango Ronahî 2010’an hasreta xwe pêk anî û gihişte warên azad, çiyayên Kurdistanê.

Wê rastiya ronahiyê ditibû, êdî tu hêz nedikarî wê bide rawestandin.

Ji bo wê ya giring rêwîtiya ber bi azadiyê bû.

Lewra Ronahî bê xwestek be jî careke din vedigere Ewropa.

Lê vê carê bi biryardariyeke xurt, cihê ku lê mabû weke endameke ciwanên Kurd ên Ewropayê, dest bi xebatê kir.

Beriya ku şehîd bikeve, ji hevalê xwe re dibêje: “Hunê bibinin wê rêwitiya min ya dawî li ser milê sed hezaran pêk were.”

Weke wê gotîbû, darbestên wê û her du hevalên wê li ser milê bi sedhezaran bû.

Ronahî ji xwe bawer, di rêya têkoşînê de xwedî gavên mezin bû.

Şopdara ciwan a berxwedana jinên Kurd bû.

Ronahî bi hemû têkoşîn û jiyana xwe bû sembola rastiyê.

Back to top button