Serhildan Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di roja 112’an de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya pêşengiya jinan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, bênavber di roja xwe ya 112’emîn de didome.
Tevî çalakiyên şermezarkirinê, gel cangoriyên azadiyê di çilrojiya wan de bibîr tînin.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî dest pê kir, di roja xwe ya 112’emîn de didome.

Dewleta Îranê li dijî çalakvanan binçavkirin, girtin, tundî, eşkence, gef, dayîna cezayên girtîgehê û darvekirin pêk tîne.

Tevî zext û çewisandinê jî gel dev ji daxwazên xwe yên azadiyê bernadin û çalakiyan didomînin.

Her wiha gel di çilrojiya qurbaniyên serhildanê de cangoriyan bi bîr tînîn.

Gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê cangoriyên azadiyê bibîr anîn

Duh li bajarê Mihabatê welatiyan di çilrojiya cangoriyê bi navê Şoreş Nîknam de ew bibîr anîn.

Welatiyan li wir dirûşmeyên ‘Kurd, Belûç, Azerî, Azadî û wekhevî’ berzkirin.

Bi heman awayî li bajarê Îzê jî çilrojiya cangoriyê bi navê Hamêd Sêleh-şûr hebû. Li wir jî bi hezaran kes li goristanê hazir bûn û bênavber dirûşmeyên li dijî dewleta Îranê berz kirin.

Li bajarê Îlamê jî di rojbûna cangoriyê bi navê Mohsên Qêyserî gel li ser tirba wê amade bûn û ew bi bîr anîn.

Gelê Belûç ên li bajarê Zahidanê li qadan bûn

Li aliyê din Îro bi hezaran welatiyên Zahidanê carek din li dijî dewleta Îranê daketin qadan û daxwaza azadiyê kirin.

Welatiyan di meşê de balkişandin ser zilama hêzên dewletê û li dijî vê yekê banga azadî û yekîtiyê kirin.

Back to top button