Şaneya Kirîzê ya herêma Cizîrê biryayên nû girtin

Şaneya Kirîzê ya herêmêa Cizîrê ragihand ku heta astakê biryara qedexeya derketina derve ji aliyê gel ve pêk tê, lê hîna jî binpêkirin hene.

Şaneya Kirîzê ku ji bo girtina rêkarên li dijî derketin û belvabûna vîrûsa Corona hatiye avakirin bi daxuyaniyekê diyar kir ku biryara qedexeya derve li herêma Cizîrê li hin taxan tê binpêkirin.

Şaneyê destnîşan kir ku heta radeyekê gel li gorî biryarê tev digerin, lê hîna jî pêwest e bêhtir şênî pabendî briyara qedexeya deretina dever bibin.

Di vê derbarê de Şaneyê hin biryarên din eşkere kirin.

-Tenê Şaneya Kirîzê aliyê pewendîdarê rewşê ye û biryar tenê ji hêla wê ve tên girtin.

-Ti biryar ji bo destnîşankirina dema vekirin û girtina dikan û dermanxaneyan nehatine girtin.

-Cotkar dikarin bi hêsanî zevî û erdên xwe derman bikin.

-Divê hemû dikan û firoşgeh li gorî dane û buhayên ku Rêveberiya Temwînê destnîşan kirin tev bigerin.

-Çi kesekî ku agahiyên derew bi riya telefonê bide tîmên destwerdanê lezgîn wê were cezakirin.

Şaneyê bang li Şêniyan kir ku ji bo selametiya tenduristiya wan û parastina wan ji vîrûsê li gorî biryarên Şaneyên Kirîzê tev bigerin.

Back to top button