“Ji bo serketina greva birçîbûnê divê her kes bi erka xwe rabe”

Hevserokê HDP’ê yê bajarê Amedê Zeyyat Ceylan,derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û greva birçîbûnê diyar kir,ji bo ku li pêşiya şehadetan were girtin divê her kes bi erka xwe rabe û bibe dengê girtîgehan. 

Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ya li dijî tecrîdê kete roja 185’an de.

Girêdayî mijarê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDP ê Amedê Zeyyat Ceylan ji ajansa Firatê re axivî.

Zeyat Ceylan ji bo rewşa girtiyan anî ziman ku girtî derbasî girava birçîbûnê bûn,ji ber ku daxweza wan azadiya Rêber Apo ye. Ji ber vê jî bedena xwe dan ber birçîbûnê.

Ceylan diyar kir ku tevî ku zexit,li ser girtiyên girava birçîbûnê zêde dibûn, lê girtî dev ji doza xwe bernedan.

Zeyyat Ceylan bibîrxist ku sala 2019’an ji ber ku siyaset û rêxistinên civakî yên sivîl bi têrkerî berpirsyarî nedan ser milê xwe bar bi temamî kete ser milê girtiyan û 9 mirovên me jiyana xwe ji dest dan.

Ceylan da zanîn ku heger kesên li derve zindanan berpirsyariya xwe bi cih anîbana,wê li pêşiya şehadetê hatiba girtin.

Ceylan bang li hemû kurdan û azadixwazan kir ku li berxwedana zîndanan xwedî derkevin.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê balkişandli ser polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk û got:

“Niha li çiyê, bombebaraneke giran li ser herêmê parastina medyayê tê kirin.

Di çarçoveya polîtîkaya înkar û tunekirina pirsgirêka Kurd de êrişên li ser HDP’ê dewam dikin.

Hêzên navneteweyî jî naxweazin ku pirsgirêka Kurd çareser bibe.

Ji bo wê jî divê em bi hêza xwe,li dijî vê polîtîkayên hîn zêdetir têbikoşin.”

Back to top button