Rojnameyeke Ermen: “USCIRF” Tirkiyê xist lîsteya Çavdêriya taybet

Ji ber binpêkirinên wê yên li dijî azadiya olan, DYA’ê Tirkiyê xiste lîsteya bi navê “Çavdêriya Taybet”.

Rojnameya “Mirror Spectator” a Ermenî ragihand ku Komîteya Amerîkî ya Navdewletî ji bo Azadiya Olî (USCIRF) Tirkiyê xistiye lîsteya “çavdêriya taybet” a girêdayî heman komîteyê.

Li gorî rojnameya navborî ku navenda wê li DYA ye, piştî rapora komîteyê ya meha borî ev gav hat avêtin.

Di raporê de hatibû destnîşankirin ku sala 2020’an Tirkiyê ji hêla rewşa azadiya olî ve, cihê fikaran bû û ev yek hîn berdewam e.

Tê de hat piştrastkirin jî pêwîst e Kongressa Amerîkî di mijarên têkiliyên li gel Tirkiyê girîngiyê bide mijarên binpêkirên li dijî kêm-netewên olî û mafên mirovan.

Her wiha bang li Wezareta Derve ya Amerîkayê jî hat kirin ku ew jî Tirkiyê bixe lîsteya xwe ya “Çavdêriya Taybet”.

Back to top button