Li herêma Benî 6 kes di êrîşeke hêzên demokratîk ên Ûgandayî de mirin

Li ser rêya rojhilatê komara Kongoya demokratîk a nêzî sînorê digel Ûgandayê, 6 sivîl di êrîşekê de hatin kuştin.

Rêveberiya herêma Benî ya kontona Bakurê Kîvu ragihand ” Hin endamên Hêzên Demokratîk ên Hevbend ên Ugandayî êrîşî gundê Kînîyatsî kir, 6 kesan “di nav de jineke ku bi saxî şewitî” jiyana xwe ji dest da.”

Li gorî agahiyan, 2 endamên hêzên navborî hatin kuştin.

Çavdêriya Ewlehiyî ya li Kîvu diyar kir ku li herêma Benî tenê, ji Mijdara 2019’an ve, zêdeyî hezar û 228 kes li ser destê van hêzên Ûgandayî hatine kuştin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê 11’ê Adara borî ev hêz xist lîsteya “komên terorîst” ên girîdayî DAIŞ’ê.

Back to top button