Komîteya Çaralî amadebûna xwe bo livandina pêvajoya aştiyê ya navbera Filistînî û Îsraîlê anî ziman

Komîteya Çaralî ya Navdewletî ragihand ew amade ne pêvajoya aştiyê ya navbera Filistînî û Îsraîlê bidin domandin, eger guftûgoyên agirbestê pêşde bikevin.

Kordînatorê Navdewletî yê pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn Tor Winsland da zanîn ku Komîteya Çalalî ji bo nîqaşkirina aloziya Filistîn û Îsraîlê, civîneke online li dar xist.

Tor anî ziman di civînê de, DYA, NY, YE û Rûsyayê li ser hiştina peywendiyan digel guftûgoyên Qahîreyê li hev kiriye û derfeta hevdîtina rûbirû û lidarxistina diyalogên aştiyane jî nîqaş kirin.

Wezîrê Ewlehiyê Benny Gantz diyar kir ku rewşa heyî ne aram e, agirbest lawaz e û got ew hewl didin ber bi pêkanîna aştiyê ve biçin.

Tê payîn, îro birêveberê saloxgeriya giştî ya Misirî Ebas Kamil li Tel Ebîbê digel Natenyahu û rayedarên Îsraîlî bicive û dosyaya peyitandina agirbestê gengeşe bike.

Back to top button