Li Başûrê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê didome

Du rojin li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanya komkirina alîkariyan hatiye kirin. Heta niha bi dehan ton pêdawîstiyên jiyanî hatine komkirin. 

Bi dirûşmeya ”Germiyan hertim li gel mexdûrane” wê li nav bazara bajarokê Kelarê alîkarî bê komkirin.

Li parêzgeha Hewlêrê jî bi armanca gihandina alîkariyê ji bo Bakur, serdana Nunertiya HDP’ê bikin.

Hunermendên Hewlêrê jî ji bo mexdûrên erdhejê dest bi kampanya komkirina alîkariyê kirin.

Li îdareya Raperîn jî, kampanyaya komkirina alîkariyê ku duh hatî destpêkirin berdewame.

Bi heman armancê li parêzgeha Kerkûkê, Rêxistina Mîna, wê dest bi komkirina alîkariyê bikin.

Bajarokê Xurmatû jî kampanyaya alîkariyê li baregeha Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê dest pê kir.

Li bajarokê Koyê û bajarokê Qeladiz a ser bi îdareya Reperînê jî kompanyayên alîkariyê hatin destpêkirin

Penaberên Mexmûrê ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi daxuyaniyekî banga alîkariyê ji bo mexdûrên erdhêjê kirin.

Back to top button