Somal-Di êrişên bombeyî de 100 kes hatin kuştin

Bûyereke din a rê li ber kuştina mirovan vekir, li Somalê pêk hat.
Ji ber teqandina 2 erebeyên bombebarkirî, herî kêm 100 kes hatin kuştin, 300 jî birîndar bûn.

Êriş doh li paytext Meqdîşo rû da.

2 erebeyên bombebarkirî li pêşiya Wezareta Perwerdê hatin teqandin.

Erebeya pêşî dema girseya gel li ber wezaretê zêde bû hat teqandin.

A duyemîn jî piştî ku ambulans hatin cihê bûyerê û gel ji bo alîkariyê li dora qurbaniyan kom bû, teqiya.

Serokê welat Hesen Şêx Mehmûd ragihand ku di encamê de herî kêm 100 kes hatine kuştin..

Her wiha 300 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Şêx Mehmûd, di nava kuştiyan de gelek jin, zarok û xwendekarên dibistanan hene.

Tevî ku heta niha ti alî berpirsiyariya teqînan negirtiye ser xwe jî lê serok-komarê îşaret bi Tevgera El Şebab kir.

Sala 2017’an jî li heman cihê teqîneke mezin pêk hatibû û di encamê de bêtirî 500 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button