Yadê Xezal: Milîtanên Rêber Apo em ji qirkirinê xilaskirin

Ji salvegera êrişa li ser Şengalê re tenê çend roj mane. Dayîka Xezal a ji Şengalê ku di dema fermanê de şahidiya gelek bûyeran kiriye dibêje: “Her kesî pişta xwe da civaka Êzîdî, lê Gerîlayên azadiyê çiya û gelê Şengalê ji qirkirinekê xilaskirin. Ger em fermanê ji bîr bikin, wê demê wê çand û ola me jî tune û ji bîr bibe”

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir.

Bi vê êrişê re xwestin ku civaka Êzîdî ji holê bê rakirin.

Di dema êrişê de Gerîlayên HPG’ê, YJA Star’ê û şervanên YPG-YPJ’ê berê xwe dan Şengalê û rê li ber qirkirineke mezin girtin.

Yadê Xezal ji gundê Kolka ye.

Wê şahidiyê berxwedaniya ku di Şengalê de hatiye kirin û li kêleka wê xiyanetiya PDK’ê bi wan re kiriye.

Yadê Xezal dibêje:

Di fermana 2014’an de tenê Gerîla bi hawara civaka Êzîdî ve hat.

Yên ku çiyayên Şengalê ji neyaran parastine, Gerîlayên HPG’ê, YJA Star û şervanên YPG û YPJ’ê bûn.

Yadê Xezal: Ger em fermanê ji bîr bikin, wê çand û ola me jî ji bîr bibe

Yadê Xezal û malbata xwe dema gerîlayên azadiyê korîdora mirovî vekirin derbasî Rojava bûn û li Dêrikê bi cih bûn.

Piştî wê bi demekê malbat biryarê didin û berê xwe didin bajarê Zaxo yê.

Yadê Xezal behsa zehmetiyên ku dema ew ji mala xwe koçber bûne kir û got: Yadê Xezal bi van gotinan baweriya xwe bi civaka û xwe re tîn e ziman: “Civaka ku xwedî li çand û ola xwe derdikeve, dikare êrişên dijmin vala derxîne.

Ger em fermanê ji bîr bikin çand û ola me yê tinê bibe.

Heta dawiya dinyayê miletê me wê dilê dijminan xweş neke.”

Back to top button