HPG’ê:Di çalakiyên gerîlla de 12 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîllayên HPG’ê û YJA Starê li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê, li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di çalakiyan de 12 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin. Her wiha derb li helîkopterekê jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî artêşa Tirk, raya giştî agahdar kir.

Li gorî daxuyaniyê;

  • Li herêma Avaşîn

27’ê Tîrmehê, hîlkoptereke artêşa Tirk di ser qada Mervanos re xwest derbasî herêma Zapê bibe.

Di encama destwerdana gerîlla de, derb li helîkopterê hate xistin.

  • Li herêma Zapê

28’ê Tîrmehê li derdora Qada Çemço, hêzên dagirker hewl dan xwe nêzî çeperên şer bikin.

Lê ji ber bersivdayîna gerîlla ev hewldan hat astengkirin û leşker naçar man paşde biçin.

Di encama lêdana gerîlla de, 4 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bi bîr xist ku ji ber şertên dijwar ên şer ew vê gavê encama çalakiya 1’ê Hezîranê ya li Haftenînê parve dikin û got;

Li Qada Girê Kocê Mele Yehya, gerîlla bi çekên giran li hêzên artêşa dagirker dan.

Di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin.

  • Li herêma Metîna

27’ê Tîrmehê li Qada Girê Cûdî, dronek artêşa Tirk ji aliyê gerîlla ve hate xistin.

Heman rojê leşkerek jî bi rêbaza sekvaniyê hate kuştin.

HPG’ê: artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewê qadên berxwedanê bombebaran kir

Têkildarî êrişên 48 saetên dawî yên artêşa Tirk jî HPG’ê ev agahî dan: Artêşa dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer û 8 caran bi helîkopteran qadên berxwedanê bombardiman kir.

Back to top button