Ji rojnamevan Silêman Ehmed 44 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Rojnamevan û nivîskarên bajarê Kerkûkê di derbarê revandina Silêman Ehmed de got:
“Li gorî yasayê divê her girtiyek bikare mafên xwe biparêze û xwedî parêzer be.”
Edîtorê ajansa rojnews’ê Silêman Ehmed ev 44 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.
Ruxmî hemû bangan û bertekan jî lê PDK’ê bêdengiya xwe diparêze.
Her roja ku diçe fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Şikûr Saleyî: Divê piştgiriya azadiya rojnamevan Silêman Ehmed were kirin
Rojnamevan û nivîskarên bajarê Kerkûkê di derbarê revandina Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê axivîn.
Nivîskar û rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Şikûr Saleyî di derbarê mijarê de axivî.
Şikûr Saleyî diyar kir ku kesek rojnamevan be divê rêz jê re were girtin, ne were zîndanîkirin û got:
“Divê li Kurdistanê giringî ji bo rojnamevanan were dayîn.
Piştgirî û daxwaza azadiya Rojnamevan Silêman Ehmed dikin.
Ger ku ti karek ne yasayî nekiriye, divê were berdan.
Ev yek li ser asta navneteweyî, ji bo Herêma Kurdistanê şermeke.”
Tariq Karêzî: Divê awayekî yasayî nêzîkatî li gel Silêman were kirin
Nivîskar û Rojnamevan Tariq Karêzî jî derbarê heman mijarê de axivî .
Tariq Karêzî eşekre kir gelek caran rojnamevan tên tacîzkirin û rê li ber azadiya çapemeniyê tê girtin û got:
“Em wek rojnamevan divê azad bin, ji azadiya rojnamevana re erê.
Divê her girtinek li gorî yasayê be. Divê neyên êşkencekirin.”
Tariq Karêzî banga azadiya Rojnamevan Silêman Ehmed kir û daxwaz kir ku bi awayekî yasayî nêzîkatî li gel were kirin.



