“Ji mafê me ye em li ser xaka xwe bi nasnameya xwe bijîn”

Dayik û xwişkên Gerîla piştgiriya xwe ji keç û xortên xwe yên Gerîlayan li çiyayên Kurdistana azad re nîşan dan.

Rewşen Şêxmûs, dayika şehîd Elî Hesen Murad diyar kir ku helwesta me zelal û eşkera ye û got:

“Em ê di têkoşîna xwe heta dawiyê li ber xwe bidin .”

Eyşe Îbrahîm jî dayika Gerîla Şahîn û Şukrî û Mihemed Şerîf e got:

Divê dewleta Tirk bizane dema li şûn rondikan xwîn jî herîkî em dev ji gerîlayan bernadin.

Ger yek şehîd be, dê bi sedan keç û xortên me tev lê bibin.”

Nûra Silêman Kêlo jî, xwişka şehîd Xemgîn Kêlo ye da zanîn ku dewleta Tirk li dijî zarokên me tevahî sûcan pêk tîne.

Nûra bang li gelên azadîxwaz û Kurdan kir ji bo berxwedana gerîla tê bikoşin.

Back to top button