“Ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke nû pêwîst e”

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî destnîşan kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke nû di vê qonaxê de pêwîst e.

Welatiya bi navê Behiye Ehmed a ji Qamişlo diyar kir ku heta ku ew rewşa Rêberê xwe nas bikin ew ê li qadan bin.

Her wekî welatiyê bi navê Şukrî Ehmed jî da zanîn ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, wê çalakiyên xwe zêde bikin.

Ehmed bang li gelê herêmê û Kurdên li cîhanê kir ku derbasî qonaxeke nû ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.

Elî Omer jî ji aliyê xwe ve piştgiriya nêrîna Şukrî Ehmed kir ku divê ji bo azadiya Rêber APo qonaxeke nû dest pê bibe.

Her dawî şêniya bi navê Samiye Xelîl jî ev got:

“Ji bo daxwazên gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk werin, em ê têkoşînê berdewam bikin.”

Ji bo rewşa Rêber Apo li Tebqayê panelek hat li darxistin

Back to top button