Ji bo rewşa Rêber Apo li Tebqayê panelek hat li darxistin

Bangên ji bo eşkerekirina rewşa rêber Apo dewam dike.
Li gelek deverên herêmê saziyên civakî bi daxuyaniyên cuda banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kirin.
Saziyan daxwaz ji aliyên hiqûqî û navnetewî kir ku destewerdanê bikin û rewşa tenduristî ya Rrêber Apo eşkere bikin.

Tevî meş û çalakiyan, sazî û rêxistinên li bakur û rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyan daxwaza wergirtina agahî ji rewşa Rêber Apo dikin.

Îro li gelek deverên herêmê bi daxuyaniyên cuda banga zelalkirina rewşa rêber APO ya tenduristî kirin.

Kongreya Îslama Demokratîk li Tebqayê ji bo pişgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” panelek li dar xist.

Mele û oldarên mizgeftan, partî û rêxistinên jinan, rûspî û şêx beşdarî panêlê bûn.

Beşdaran pêvajoyên têkoşîna Rêber Apo, komploya navneteweyî û rewşa wî li Îmraliyê nîqşkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û di serî de CPT kirin ku erka xwe pêk bînin.

Back to top button