Saziyên civakî banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kirin

Bangên ji bo eşkerekirina rewşa rêber Apo dewam dike.
Li gelek deverên herêmê saziyên civakî bi daxuyaniyên cuda banga eşkerekirina rewşa Rêber Apo kirin.
Saziyan daxwaz ji aliyên hiqûqî û navnetewî kir ku destewerdanê bikin û rewşa tenduristî ya Rrêber Apo eşkere bikin.

Tevî meş û çalakiyan, sazî û rêxistinên li bakur û rojhilatê Sûrî jî bi daxuyaniyan daxwaza wergirtina agahî ji rewşa Rêber Apo dikin.

Îro li gelek deverên herêmê bi daxuyaniyên cuda banga zelalkirina rewşa rêber Apo ya tenduristî kirin.

Platforma Jin a Ekolojî li Qamişlo ji bo eşkerekirina rewşa Rêber Apo piştî erdhejê daxuyaniyek da.

Platforma Jin da zanîn ku Rêber Apo deng û wateya xweza, jin û civakê ye û got:

“Bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Apo erkekî mirovî û exlaqî ye û divê her kes vê yekê berpirsyariya xwe bibîne.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçerê jî ji bo eşkerekirina rewşa rêber Apo daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir bêtirî 33 meh in agahî ji rêber Apo nayê girtin, ev yek li cem bi milyonan mirovan fikaran çêdike û wiha got:

“Erdheja li Bursayê çêbû fikarên me zêdetir kir.

Em bang li Komîteyên Hiqûqî dikin ku zextê li Tirkiyê bike da ku rewşa rêber Apo zelal bike.”

Xelkê navçeya Eyn Îsayê û koçberên Girê Spî jî bi heman armancê daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Fikir û felsefeya rêber Apo mefteya çareseriya tevahî pirzgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Em bang li hêzên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û rewşa Rêber APO zelal bikin û tecrîda li dijî wî bi dawî bikin.”

Her wiha Meclisa Mablatên Şehîdan a Helebê li taxa Şêxmeqsûd daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirkiyê sûcên xwe li girtîgehan dewam dike û got:

“Bi vê yekê re tevahî rêgezên mafên mirovan û zagonên navnetewî bin pê dike.”

Meclisê rola CPT’yê ya neynî û bêdengiya aliyên hiqûqî û navnetewî şermezar kir û bang li wan kir ku li hember rêber APO bi erkên xwe rabin.

Back to top button