HPG’ê nasnameyê gerîlayekî şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameyê gerîla Rodî Nalîn eşkere kir.
HPG’ê ji malbata şehîd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Li aliyê din Gerîla TV jî dîmenê duyemîn ê Operasyona Şoreşgerî a li herêma Metîna weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekî eşkere kir.

HPG’ê ragihand ku hevrêyê wan Rodî Nalîn di şerê giran ê bi artêşa Tirk a dagirker re de şehîd bûye û ev agahî parve kir:

3’ê Kanûna 2023’an li derdora bajarokê Deywan ê navçeya Kerboran a Mêrdînê, di hevrêyên me li dijmin rast hatin.

Hevrêyên me bi çekên ferdî bersiv dan artêşa Tirk a dagirker û bi wêrekiyeke mezin şer kirin.

Di vî şerê giran de du hevrêyên me ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bi fedaîtî ber bi şehadetê ve çûn.

Yek ji hevrêyên me yên şehîd bûne hevrê Rodî Nalîn e.

HPG diyar kir agahiyên li ser nasnameya gerîlayê din dema diyar bû wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

HPG: Heta şehadetê bi wêrekî û fedakariyeke mezin têkoşiya

Bi domdarî HPG’ê teêkildarî kesayetê şoreşger Şehîd Rodî ev tişt anî ziman:

Hevrêyê me Rodî ku ewladê leheng ê gundê Marînê yê welatparêz û xelkê Mêrdînê bû, heta şehadetê bi wêrekî û fedakariyeke mezin têkoşiya.

HPG’ê sersaxî ji malbata gerîlayê şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

Em soz didin ku têkoşîna azadiyê ya ku Rodiyan bi rengekî fedaî tevlî bûn û di oxira wê de bêteredût şer kirin, bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd wiha ne:

Nasnav: Rodî Nalîn
Nav paşnav: Orhan Elma
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik: Mecbûre
Bav: Abdulkerîm
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Kanûna 2023 / Mêrdîn

Back to top button