Koşka Spî nameyek ji kongresê re şand

Koşka Spî nameyek ji Kongresa Amerîkî re şand, tê de sedemên biryara Trump a armancgirtina Qasim Suleymanî şîrove kir.

Di nameyê de hat gotin fermana Trump a kuştina Suleymanî, weke bertek li dijî hêz û berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn pêk hat.

Ev name piştî rojekê ji erêkirina Senatoya Amerîkî li ser biryara sînorkirina desthilata Trump di şerê li dijî Îranê de, hat.

Li ser vê yekê jî nameya Koşka Spî dibêje armanca êrîşê parastina leşkerên Amerîkî û lewazkirina grûpên çekdar ku Îran desteka wan dike bû.

Her weha koşka Spî teqez kir ku destûr mafê dide serok ku biryara bikaranîna hêzê ji bo parastina welêt bistîne.

Suleymanî roja 3 çileya 2020’an di encama êrîşeke droneke Amerîkî de, li nêzî balefirxaneya Bexdayê hat kûştin.

Back to top button