Hejmara qurbanên virusa Corona zêde dibe û herî dawî hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest da.
Desthilata Çînê ragihand li Hobby 139 kesên din ji ber virûsa corona mirin bi vê yekê re hejmara gîştî digihêje
hezar û 519’an.
2 Hezar 420 kes jî bi virûsê nexweşt ketin, hejmara nexweşan gihişt 66 hezarî .
Li derveyî Çînê jî, li Hong Kong û Filipînê hat tesbîstkirin ku kesek bi vîrosê ketiye.
Li Misirê jî hat ragihandin ku kesek biyanî bi virusa Corona ketiye.
Li Îmaratê, 2 kesên din ku bi virusê ketibûn rewşa wan baş bûye.
Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî ragihand ku divê lêpirsînek li ser pêketina hezar û 716 karmendên tendurisiyê li Çînê, were vekirin.
Li aliyê din pisporê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî hişyarî da ku eger rewş wiha derbas be wê zêdetirî nîvê cîhanê bi virusê bikevin.