Rejîmê bajarokê Orem El-Kubra bi dest xist

Hêzên Rejîma Sûrî li kêleka pêşketina li Idlibê, bajarokê Orem El-Kubra yê Rojavayê Helebê kontrol kir.

Navenda Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li eniya Cumiyet El-Ridwan, Cumiyet El-Menahil û Kefer Tal şerên dijwar rû didin.

NY daxwaza rawestandina şer kir

Hemwextî wê jî, Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stevin Dojarik ji Tirkiyê û Rejîma Sûrî xwest ku, şerê li Idlibê rawestînin ê rê li ber gihandina alîkariya mirovî ji bo sivîlan veke.

Di heman demê de, di cîvneke ne fermî ya Meclisa Ewlekariyê de, hin endamên Ewropî di meclisê de, banga rawestandina şer li Idlibê kir.

Welatên Estoniya, Belçîka, Almaniya, Fransa û Polenda li ser rawestandina şer îmze kir û wan jî ji aliyên şer xwest ku li gorî qanûna navdewletî ya mirovî tev bigerin.

Back to top button