Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç mijarên di rojevê de nirxand

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku di bingeha krîzên Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye.
Her wiha Yuksel Koç got: “Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.”

Hikûmeta AKP’ê di sala 2015’an de dîsa li polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd vegeriya û konsepta şer xist meriyetê.

Di hilbijartinên serokkomarî û giştî yên îsal de jî bi tifaqa avakirî re peyama domandina şerê li dijî kurdan da.

Ji ber van polîtîkayan, di nava 21 salên îktîdara xwe de cara ewile ku li Kurdistanê ewqas kêm deng girt.

Yuksel Koç: Di bingeha krîzên Tirkiyê de pirsgirêka Kurd heye

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-Ewropa (KCDK-E) Yuksel Koç têkildarî mijarê axivî.

Yuksel Koç destnîşan kir ku di bingeha krîzên Tirkiyê de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û wiha got:

Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî Rêber Abdullah Ocalan e ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê ragirtin.

Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tu kes nikare siyaseta demokratîk bike.

Yuksel Koç: Erdogan hemû derfetên dewletê bikaranîn

Yuksel diyar kir feraseta li ser bingeha dijminatiya li kurdan dibe sedema mezinbûna pirsgirêk û krîzan û got:

Hikûmeta AKP-MHP’ê û Serokkomar Erdogan hemû derfetên dewletê bi kar anîn.

Kampanyaya xwe li ser bingeha siyaseta dij kurd meşandin. .”

Yuksel Koç: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye

Di dewamê de Koç anî ziman ku aktorê sereke yê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêber Abdullah Ocalan ye û wiha got:

“Di dema pêvajoya çareseriyê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hatin kirin û êdî derket holê ku çareserî bi guftûgoyê dikare were çareserkirin. ”

Yuksel Koç: Têkoşîna esasî ji vir û şûnde despê dike

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç di dawiyê de bi lêv kir desthilatdar di hilbijartinan de serkeftî nebû û ev tişt got:

“Tevî ewqas manîpulasyon, hîle û rêbazên zextê jî gelê kurd di ezmûna demokrasiyê de pêşengtî kir.

Ji şer, komkujî, înkar û faşîzmê re got ‘na.’ Eniya nîjadperest û yekperest di vê hilbijartinê de têk çû.

Têkoşîna esasî ji vir û şûnde dest pê dike.”

Back to top button