Çeteyên dewleta Tirk li bajarokê Silûkî zarokek kuşt.
Li gorî ANHA’ê ku dispêre çavkaniyên xwecihî diyar kir ji ber kuştina zarokê bi navê Hemûd Sultan ê 6 salî gel bi hêrs e.
Hemûd Sultan beriya 2 rojan kuştî hatibû dîtin, lê nehate zanîn ku çawa hatiye kuştin.
Piştre tê eşkerekirin ku Sultan bi destê çete Xalid Elûş ê bi navê Cerah tê nasîn, hatiye kuştin.
Cerah cihê xwe di nava çeteyên Ehrar El-şerqiyê de digre.
Hate ragihand ku bi armanca firotina beşên laşê mirovan sûcên kuştinê li Girê Spî pêk tên ew jî ji aliyê çeteyên Ehrar El-şerqiyê ve tê birêvebirin.