New York Times: Leşkerên birîndar ên hêza dêlta ne

Duh li baregeheke Amerîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helîkoptereke Amerîkî hatibû xwarê û di encamê de 22 leşkerên Amerîkî birîndar bibûn.

Rojnameya New York Times ragihand, ev leşker ji yekîneya Komandoz in û di nava Hêza Dêl-ta ya nepen a artêşa Amerîkî de ne.

Rojnameyê diyar kir, 10 leşkerên birînên wan giran bo nexweşxaneyeke Amerîkî li Almanyayê hatine rakirin lê ti metirsî li ser jiyana wan tuneye.

Rojnameyê li ser zimanê berpirsne, payebilind eşkere kir, hilîkoptera ketî ji celebê Şînok bû û dema ketî tu êrîş an jî seqayeke xirab tunebû.

Berdevka Pentagonê Sabrina Singh da xuyakirin ku ji ber pirsgirêkekê di jenatorê wê de, helîkopter di destpêka firînê de daket xwarê.

Hêza Dêlta hêzeke artêşa Amerîkî ya operasyonên taybet e û sala 1978’an hatiye damezirandin.

Hemû operasyonên vê hêzê bi nepenî tên kirin û ji operasyonên wê yên herî navdar, girtina Sedam Husên sala 2003’an, kuştina Bexdadî sala 2019’an û kuştina Qasim Suleymanî sala 2020’an.

Mezlûm Ebdî: Şîfaya lezgîn bo birîndaran hêvî dikin

Back to top button