Nûnerê Amerîkayê serdana Rêveberiya Xweser kir

Nûnerê Amerîkayê Nîyukolas Geranger û şandeya pê re, serdana navenda Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Şandeyê serdana bendava Tebqayê jî kir.

Şande ji aliyê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hate pêşwazîkirin.

Geşedanên dawî yên li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin nîqaşkirin.

Nûnerê Amerîkî, însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê û encamên wê erênî dît.

Ebdulhamid El-Mehbaş axivî û got: “Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûriyê yên li Lubnan û welatên din, amadehiya xwe nîşan dide.

Nicholas Granger jî tekez kir ku ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê helwesta wan diyar e.

Şandeya Amerîkayê serdana bendava Tebqayê kir

Şandeya amerîkayê tevî şandeyeke dîplomasî serdana bendava Tebqayê kir.

Şande bi Rêveberiya Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya,

Û rewşa bendavê û bandora girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, li ser bendavê şopandin.

Grainger di serdanê de, aliyê fenî yê bendavê jî nas kir.

Nivîsgeha Enerjiyê jî, ji şandeyê re rewşa bendavê, şîrove kir.

Nûnerê Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê serdana herêmê kir

Back to top button