PDK’ê, li herêma Metîna ku qadên gerîlaye bendên nû avadike

Hewildanên PDK’ê yên derxistina şerênavxweyî berdewam dike. PDK, tevî şiyariyan jî hêz dişîne qadên gerîla û bendên kontrolê yên nû ava dike.

Hêzên ser bi PDK’ê di 28’ê Kanûnê de bendeke nû ya kontrolê li gundê Xişxaşa yê herêma Metîna ava kir.

Ji dema ku çekdarên PDK’ê xwe bi cih kirine heya niha xebatên bicihbûnê tên birêvebirin û li ser rêyên gerîla baregeh tên avakirin.

Hat ragihandin ku hêzên PDK xwe ji bo şerekî amade dikin û çekên giran li herêmê bi cih dikin.

Her wiha PDK bendekî kontrolê jî li ser rêya gundê Qumriyê herêma Metîna avakir.

Piştî ev tevger û kiryarên PDK’ê fikareke mezin ketiye nav xelkê heremê û ji tevgera PDK’ê ya çekdarî bi tirs û xof in.

Bi taybet piştî êrîşa li ser hêzên gerîla ku 13’ê Kanûnê li herêma Amediyê pêk hat, xelkê heremê naxwaze ku rewşeke dubare rû bide.

Back to top button