Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, nûnerê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Grainger pêşwazî kir.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, cîgirên hevserokatiyê Fener El Giêt û endama Desteya Rêveberiyê Gulistan Elî şande pêşwazî kir.
Di civînê de behsa pêşketinên dawîn ên Sûriyê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de hat kirin.
Bedran Çiya Kurd axivî û got: “Nabe tu aliyên herêmî li gorî berjewendiyên xwe, aloziyê bi kar bîne.
Di civînê de gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemwextî çalakbûna DAIŞ’ê hatin nîqaşkirin.
Nûnerê amerîkî got: “Em dikarin hewl bidin ku ewlehiya herêmê biparêzin da ku em bi temamî DAIŞ’ê têk bibin.”
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku girtina deriyê sînor ê Til Koçerê zehmetiyên aborî û mirovî zêdetir dike û jiyana bi mîlyonan şênî dixe xetereyê û neheqeiyek li dijî gelê herêmê ye.