Li navenda Efrînê di nav de 3 jin 6 sivîl hatin revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û herêmên dagirkirî bê navber dewam dike.
Li Efrîna dagirkirî, çeteyan 6 sivîl ku ji wan 3 jin in, revandin.
Li herêma Girê Spî ya dagirkirî jî çeteyan 4 jin yên hemşîre ji nexweşxaneya bajêr revandin.

Li Efrîn û herêmên dagirkirî, her diçe sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan zêde bibin.

Li Efrîna dagirkirî çeteyan di wextên cuda de li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê du ciwan û zarokek yên ji malbatekê revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn Sûrî;

Adara borî, ciwanê bi navê Mistefa Mihemad Hisên ê 27 salî,

Nîsana borî, ciwanê bi navê Hisên Mistefa Hisên ê 20 salî,

5’ê Gulana derbasbûyî jî, zarokê bi navê Izedîn Yûsiv Hisên ê 17 salî hat revandin.

Hat destnîşankirin ku di bin êşkenceyên giran de zarokê bi navê Izedîn, bi tewanên nerast li xwe mikur hat.

Rêxistinê diyar kir ku beriya çend rojan istixbarata dewleta Tirk, 3 jin ji heman malbatê jî revandin.

Istixbaratê, hevjîna Hisên a bi navê Mîdiye Mihemed Olaşî û xwişka wê Cîhan, her wiha hevjîna Mistefa a bi navê Zêneb Ebdîn Olaşî revandin.

Li gorî rêxsitinê, çeteyan kesên revandine ber bi cihekî nediyar ve birin, heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Ji nexweşxaneya Girê Spî yê dagirkirî 4 jinên hemşîre hatin revandin

Her wiha li hêrêmên dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker sivîlan bi tewanên nerast direvînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku çeteyên dewleta Tirk 4 jin li bajarê Girê Spî yê dagirkirî revandin.

Duh, her çar jin yên hemşîre bi tawana hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk, ji nexweşxaneya bajarê hatin revandin.

14’ê vê mehê, Çavdêriya Sûrî destnîşna kiribû ku ji bajarokê Hemam Turkman yê girêdayî Girî Spî jinek û sivîlekî hatibûn revandin.

Back to top button