Hiqûqnas Îbrahîm: Ji bo azadiya Rêbertî divê xebatek were meşandin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî Îbrahîm bang li hemû hiqûqnasên cîhanê kir ku xebateke mezin pêk bînin ku dewleta Tirk neçar bike ku “mafê hêviyê” û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk bînin.

Şadî Îbrahîm diyar kir ku Dewleta Tirk pabendî tu qanûnên navneteweyî nabe û got :

Dewleta Tirk biryarên Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê di nav de biryara mafê hêviyê jî cidî nagire.

Heger ev biryar di dadgehên Tirkiyê de werin bicihanîn wê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.”

Îbrahîm bang li dadgeha Ewropayê kir ku dewleta Tirk neçar bike ku tevahî urf û qanûnên navneteweyî bi cih bîne ..

Her wiha Şadî Ibrahîm bang li tevahî hiqûqnasên mafên azadî kir ku ji bo azadiya rêber Ocalan xebateke mezin bimeşînin..

Back to top button