Bi sedan parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serî li wezareta edaletê ya Tirkiyê dan

Ji çar aliyên cîhanê bi sedan parêzerî serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan..
Ev yek jî ji bo karibin serdana Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliylê bikin.
Parêzer di 14’ê Îlonê de li Brukselê civîna çapemeniyê lidar bixin.

Ji çar aliyên cîhanê (22 welatan) bi sedan parêzerî nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin..

Tê de xwestin biçin serdana RêberêAbdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikin.

Parêzeran rewşa li girtîgeha Îmraliyê weke ‘rewşeke taybet’ pênase kirin..

Her wiha astengiya li pêşiya mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan weke şêweyekî tecrîdê ya cihêkar bi nav kirin.

Têkildarî serlêdana li Wezareta Edaletê ya Tirk, Parêzer wê di 14’ê Îlonê roja Çarşemê saet di 10:30’î de li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Back to top button