Keça Êzdî ku ji aliyê YPJ’ê ve hatibû rizgarkirin gihişt malbata xwe

Wefa ya Êzdî.
Beriya çend rojan Wefa di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de ji nav destê jinên DAIŞ’ê hat xilazkirin.
Duh jî Wefa li Xanesorê ji aliyê TAJÊ ve rasdestî malbata wê hate kirin.

Jina ciwan a Êzidî Wefa Elî Ebas temenê xwe 18 saliye ..

Wefa di temenê 9 saliyê de di dema êrişa çeteyên DAIŞÊ’ê li ser Şengalê de ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Wefa di dema qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ji kampa Holê hate rizgarkin.

Wefa duh li deriyê Sînorî yê Rebîa re radestî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî hate kirin.

Wefa li şaxa TAJÊ ya Xanesorê radestî malbata wê hate kirin.

Di dema radestkirinê de Endama TAJÊ Şemê Remo kêfxweşiya xwe anî ziman û got :

“Wefa ji aliyê hêzên QSD ve li Kampa Holê hate dîtin û em gelek kêfxweşin..

Spasiya wan hêza dikin ku heya nehe keç û jinên me razgardikin. ”

Malbata Wefa Dawid jî ji bo rizgarkirina keça xwe spasiya QSD’ê kir ..

Wefa Elî jî spasiya YPJ’ê kir..

Back to top button