“Rakirina tecrîda li dijî birêz Abdullah Ocalan yek ji daxwazên me ye”

Tecrîda li dijî rêber Abdulah Ocalan bi hincetên cuda girantir dibe.
Kesayetên jin yên navdar bertek nîşanî tecrîdê dan û destnîşan kirin ku tecrîd pergaleke êşkenceyê ye û bandorê li her kesî dike û nayê qebûlkirin.”

Kordînatora Meşa Jinan a Cîhanê ya FAS (DYK) ya Bakurê Afrîkayê Hatîce Riyadî jî destnîşan kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan li dijî hiqûqiyê ye û ev tişt got:

Em fikrên Birêz Abdulah Ocalan ji her alî ve dişopînin.

Tevî tecrîd û bêhiqûqiya li dijî Birêz Abdulah Ocalan, fikrên wî ji aliyê girseyên mezin ve tên qebûlkirin.

Ez tahlil û analîzên wî yên derbarê jinan bi nirx dibinim.

Rakirina tecrîdê yek ji daxwazên me ye.

“Destkeftiyên jinan yên li Rojava me matmayî hiştin”

Khadija balkişand li ser destkeftiyên şoreşa Rojava û wiha domand:

Qanûn û destkeftiyên jinan yên li Rojava hatine derxistin me matmayî hiştin.

Me fêm kir ku em çiqas şûnde mane. Me dît ku destkeftiyên jinan li gorî welatên Rojava yên pêşketî çiqas pêş ketine.”

Em jî dixwazin hem bi têkoşîna jinên Kurd hem jî bi têkoşîna Rojava re bibin hevpar û di vê nokteyê de bi tevgerên jinan re têkiliyê pêş bixînin.

Back to top button