Artêşa Tirk duh gundê Seraro yê Behdînanê bombebaran kir

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Hunermend Diyar Dêrsim diyar kir ku êrîşên dawî yên PDK’ê ên li Metînayê xebatên hunermend û dayîkan vala derdixînin û got, ev nayên qebûlkirin.
Welatiyên Germiyan jî bang li hemû gelê Kurd kir ku li dijî êrişên PDK’ê rabin ser pêyan.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Ji bilî êrîşên ser qadên gerîla, duh jî artêşa Tirk gundê Seraro yê Behdînanê bombebaran kir.

Di encama vê êrîşê de, gelek xanî xera bûn û ziyanek mezin çêbû.

Hozan Diyar Dêrsim: Em dikarin her tiştî di nav xwe de bi diyalogê çareser bikin

Li aliyek din jî, bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk jî dewam dikin.

Hozan Diyar Dêrsim bertek nîşanî êrîşên Tirkiyê da û diyar kir ku êrîşên dawî yên hêzên PDK’ê ên li Metînayê li dijî qadên gerîla, xebatên hunermend û dayîkan vala derdixînin û ev nayên qebûlkirin.

Diyar Dêrsim bibîr xist ew weke komek hunermendên ji 4 parçeyên Kurdistanê, li dijî şerekî navxweyî yê di navbera Kurdan de ku wê bibe sedema felaketeke mezin, bi hestiyariyeke hunermendî ketine tevgerê.

Diyar Dêrsim got, “çi pirsgirêk heye, kîjan hêz dibe bila bibe, eger em bi lîstikên dijmin û dagirkeran nexapin, em dikarin di nav xwe de bi diyalogê çareser bikin.”

Hozan Diyar bang li hemû hêzên pêşmerge, hêzên Kurd, saziyan û gel kir ku dijî van provokasyonan helwestê nîşan bidin

Welatiyn Germiyanê: Divê gelê li dijî êrîşên PDK’ê rabin ser pêyan

Welatiyên Herêma Germiyanê derbarê êrîşa çekdarên PDK’ê ya ser gerîla ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê Germiyan nerazîbûna xwe derbarê mijarê anîn ziman û gotin ku gerîlayên PKK gelek caran banga aştiyê kirine, lê PDK naxwaze danûstandinan bike.

Welatiyên Herêma Germiyan êrişên çekdarên PDK’ê yên dijî gerîla, weke şerê bi wekalet yê ji bo Tirkiyê binav kirin û gotin; “Ya ku PDK dike, dijmin jî dijî gelê Kurd nake, divê hemû gelê Kurd dijî êrişên PDK’ê rabin ser pêyan.”

Back to top button