Li dijî polîtîkayên desthilata Esed nerazîbûn û berteka gelên Sûriyê zêde dibe.
Şêniyên Siwêdayê gireva giştî ragihandin û banga hilweşandina desthilata Esed û çareseriya ji bo aloziyan kirin.
Gelên Sûriyê li dijî aloziya aborî, biryarên hikûmeta Şamê û paşguhkirina rewşa jiyanî ya têkçûyî bertekan nîşan didin.
Piştî piştgiriya ji Meclisa Ruhanî ya pêkhateya Dirûzî, îro li Siwêdayê gireva giştî hat ragihandin.
Dikan, kargeh û zanîngeh bi awayekî giştî girtî bûn û tevlî girevê bûn.
Saziyên hikumetê yên ku tevlî girevê nebûn ji aliyê çalakvanan ve hatin girtin.
Çalakvanan riya sereke ya di navbera Siwêda û Şamê de girt.
Li qada El Kerama ya li bajêr, bi hezaran şênî kom bûn û mêtingek li dar xist.
Çalakvanan paşguhkirina hikumeta Şamê ji gazinên gel re bi tundî şermezar kir û banga guhertina desthilata Esed kir.
Her wiha banga pêkanîna biryara NY ya 2254 a ji bo çareseriya aloziya Sûriyê kir.



