Artêşa Urdunê hewldana bazirganên madeyên Hişbir a li ser sînorê Urdun û Sûriyê têk bir û 63 hezar heb desteser kirin.
Hemwextî vê rewşa tevlihev, Bazirganiya madeyên Hişbir a li herêmên Sûriyê jî dewam dike.
Fermandariya Artêşa Urdunê şevê din ragihand ku wan li ser sînorê di navbera Urdun û Sûriyê de hewldanek derbaskirina madeyên hişbir di nava xaka Urdunê re têk bir.
Fermandariyê da zanîn di navbera hêzên parastina sînor û komek qaçaxçiyên madeyên Hişbirê de şer derket.
Di encamê de, çend ji qaçaxçiyan birîndar bûn û yên din jî ber bi Sûriyê ve reviyan.
63 Hezar hebên Kîptagonê hatin desteser kirin
Fermandariyê eşkere kir ku wan 63 hezar hebên Cabtagon û 588 kefên Heşîşê ku bi wan qaçaxçiyan re bûn, desteser kirin.
Di 16 û 13 vê mehê de jî, artêşa Urdunê 2 dironên bi madeyên hişbirê barkirî ku ji aliyê Sûriyê derketibûn, anîbûn xwarê.



