Şêniyên Warheha Mexmûrê jî gotin PDK li Başûr erka îstixbaretiyê ji bo Tirkiye dike û bang li gelê Başûr kirin ku li dijî vê yekê bêdengiya xwe bişkînin
Herî dawî duh HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hevkariya MÎT û Parastinê, gerîlayek wan di 5’ê Tebaxê de şehîd bûye
Derbarê mijarê de şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji axivîn û bertek nîşandan.
Şêniyên Warheha Mexmûrê gotin:
“Di vê pêvajoya ku em niha têdene bi taybet piştî şoreşa Rojava, destkeftiyên ku hatine bi destxistin PDK li hemberî Kurdan hîn zêdetir aktîftir bûye.
Ji bo ji holê rakirina van destkeftiyan, PDK li gel dijmin cihgirtiye û tişta ku ji destê wan tê dikin.
PDK li Başûr erka îstixbaretiyê ji bo Tirkiye dike.”
Şeniyên Mexmûrê bang kirin ku divê êdî gelê Başûr vê bêdengiya xwe bişkêne û li dijî xiyanetkeran bi erka xwe rabe.