Şêniyên Tirbespiyê Gerîlayê HPG’ê Munzur Rojava ê li herêma Cîlo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi bîr anîn.
Cenazeyê şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaşjî li Goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê hat veşartin.
Gerîlayê HPG’ê Yûsif Hacî binasnav Munzur Rojava di 19’ê Tebaxa 2021’ê li herêma Cîlo ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG’ê Yûsif Hacî merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurehîm Hiso axivî û li ser Meclisa Malbatên Şehîdan got:
“Ev meclis hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne.
Em amade ne çekên zarokên xwe rakin û li ser xeta wan bimeşînin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Qamişloyê Dilbirîn Ferho jî teqez kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê destkeftiyên şehîdan û mafên pêkhateyên herêmê biparêzin.
Dawiyê wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbatê wî hat kirin.
Li Til Hemîsê cenazeyê şehîd Xalid Xemîs bi merasîmekê hat oxirkirin
Li navçeya Til Hemîsê jî merasîmên oxirkirina şehîdan hebû.
Şêniyan li goristana şehîdan a navçeyê cenazeyê şehîd Xalid Heşaş bi merasîmekê oxir kirin.
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xalid Xemîs Heşaş 16’ê Tebaxê di encama qezaya trafîkê de li ser rêya Til Birak-Hesekê şehîd bûbû.