Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê bi Rêveberiya Xweser re civiya

Wezîrê Parastinê yê berê yê Amerîkayê Christopher Miller bi Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re civiya.

Her du Hevserokên Daîreyê Bedran Çiyakurd, Semer El Abdella û Cîgirê Hevserokatiyê Robêl Beho beşdarî civînê bûn.

Miller diyar kir, divê Amerîka hîn bêhtir destekê bide Rêveberiya Xweser, da ev tecrûbeya nîmune li herêmê were parastin.

Miller bal kişand ser rewşa li kamp û hepsan ên ku çeteyên DAIŞ û malbatên wan vedihewînin û da zanîn, diviyabû desteke zêdetir ji bo van dosyayan bihata kirin.

Yekemîn car e Wezîrekî berê yê Parastinê yê Amerîkayê serdana herêmê dike, lê ya diyar ew e ev serdan, ji bo nirxandina rewşa li ser erdê, nexasim a şerê li dijî DAIŞ’ê ye.

Back to top button