Pêşhilbijartina namzetên hevşaredariyê ji tura duyemîn re ma

DEM Partiyê duh ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê pêşhilbijartin li dar xist.
Ji ber ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50’î derbas nekirin, hilbijartin ji bo tura 2’emîn man.
Bi hezaran delege îro careke din çûn ser sindoqan.
Li aliyê din Siyasetmedar Ahmet Turk ragihand ku bernamzetiya xwe paşve kişand.

Beriya hilbijartina xwecihî ku wê 31’ê Adarê lidarbikeve DEM Partî bi rêya dengê gel namzetên xwe diyar dike.

Di vê çarçoveyê de DEM Partiyê duh li 45 bajar û navçeyan pêşhilbijartin li dar xist.

Bi deh-hezaran welatî ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê dengê xwe dan.

Ji ber ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50’î derbas nekirin, hilbijartin ji bo tura 2’emîn man.

Bi hezaran delege careke din çûn ser sindoqan

Îro tura 2’emîn a hilbijartinan li Sêrt, Çewlig, Êlih, Wan, Agirî, Mêrdîn û Şirnexê li dar ket.

Bi hezaran delege careke din çûn ser sindoqan.

Yek ji navendên ku sindoq lê hatine danîn jî Amed e.

Ji bo hevşaredariya amedê 4 jê jin bi giştî 15 bernamzet hene

Bernamzetên navçeyan beriya pêşhilbijartinê xwe dan-naskirin û projeyên xwe vegotin.

Piştre jî dengdayîn dest pê kir.

Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin bi giştî 15 bernamzet hene.

Siyasetmedar Ahmet Turk bernamzetiya xwe paşve kişand

Li aliyê din Siyasetmedar Ahmet Turk ragihand ku bernamzetiya xwe paşve kişand.

Ahmet Turk ji bo bernamzetiya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serlêdan kiribû.

Lê îro ji Ajansa Mezopotamyayê re ragihand ku serlêdana xwe paşve kişandiye.

DEM Partî ji bo diyarkirina namzetan pêşhilbijartin li dar xist

Back to top button