Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Kesra Melek û Rahme Xezalî re xwest

Welatiyên Qamişlo, endamên saziyan û Meclisa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo sersaxî dan malbatên Şehîd Mizgîn Botan û Kesra Melek ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Îro bi sedan şêniyên Oamişlo û endamên saziyên sivîl û siyasî serdana konê sersaxiyê ku li pêşiya Goristana Şehîd Delîl Saroxan hatiye vedan, kirin.

Li wir, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kîfo Osman û endamê PYD Mesûd Dawid axivîn û sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwestin.

Di merasîma de, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnemeya gerîlayê HPG’ê Raman Şêxmûs (Mezlûm Qamişlo) yê ku di 11’ê Sibatê de li Heftanînê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, eşkere kir.

Di dawiyê de, Meclisê li pêşiya kon daxuyaniyek da û bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kirin ku rê li ber sûc û êrişên dewleta Tirk bigirin.

Back to top button