Li 13 bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê mamoste û karmend li qadan bûn

Li 13 bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê bi hezaran mamoste û karmend xwepêşandan kirin.
Karmendên tendirustiyê ên Nexweşxaneya Giştî ya Dukanê jî, îro neçûn ser kar.
Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Dilşad Mîranî anî ziman hikûmetê guhê xwe li daxwazên wan girtiye û bang li her kesê kir ku piştgiriya wan bikin.

Li 13 bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê xwepêşandana seranserî ya mamosta û karmendan dest pê kir.

Boykota li dijî nedana muçe û mafên din ên darayî zêdetirî 3 mehin li gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Îro jî bi heman daxwazê li parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê mamostayan dest bi xwepêşandanê kirin.

Derbarê xwepêşandanan de, Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Dilşad Mîranî axivî.

Dilşad Mîranî diyar kir tenê 5 daxwazên wan yên sereke hene, lê hikûmet heta niha ti bersivek ne-daye.

Dilşad Mîranî: Desthilatê guhê xwe li daxwazan ker kiriye

Mîranî diyar kir desthilatê guhê xwe li van daxwazan ker kiriye û got:

Hikûmet hem bersiva daxwazên me nade, hem jî dixwaze em bi berîkên vale herin dibistanan û waneyan bidin.

Dilşad Mîranî bang li tevayî mamoste û karmendan kir ku piştgiriya wan bikin.

Li Dukanê karmendên nexweşxaneya giştî neçûn ser kar

Her wiha ji ber nedana mûçeyan karmendên tendirustiyê jî nerazî ne.

Lewra karmendên Nexweşxaneya Giştî ya Dukan îro neçûn ser kar.

Karmendan diyar kirin, heta ku muçeyên wan neyê dayîn ewê boykota xwe dewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta demborî ya Herêma Başûr, muçeyên 3 mehên sala borî nedaye, Û heta niha jî ti dem ji bo dabeşkirina muçe diyar nekiriye.

Mamosteyên herêma Başûrê Kurdistanê daxwaza mafê xwe dikin

Back to top button