Bierbaum: Rakirina qedexe li ser PKK wê ji bo pêvajoya aştiyê bibe gaveke rast

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm jî bang kir. Bîerbaûm di banga xwe de got: “PKK di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de nirxên mirovahiyê parastine û divê qedexeya li ser were rakirin.”

Dema dawî ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, piştgiriyeke xurt ji qada navneteweyî tê dayîn.

Heta niha bi sedan kesayet û siyasetmedarên Ewropî yên navdar eşkere ev daxwaz kirine.

Li van kesayet û bangên wan, banga Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm Hayniz Biyabawm jî zêde dibe.

Heînz Bîerbaûm destnîşan kir PKK di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de nirxên mirovahiyê parastine û ev got,

”Rakirina qedexeya li ser PKK’ê û derxistina wê ji lîsteya terorê ya YE’yê, li Tirkiyê û hemû herêmê, ji bo pêvajoya aştiyê wê bibe gaveke rast.

Ev wê bibe îşareteke piştevaniyê ya girîng û naskirina tevgera azadiya Kurd.

Ya ku li dijî DAÎŞ’ê û rizgarkirina bi sed hezaran kes têkoşîn kir.

Bîerbaûm anî ziman ji ber qedexeya li ser PKK’ê, Kurd ne tenê li Tirkiyê, li Ewropayê jî heqê wan tê desteserkirin û ji jiyana siyasî tên qutkirin.

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê di dewama axaftina xwe de got:

”Ji ber Qedexeya li ser PKK’ê, Kurdên ku li Yekîtiya Ewropayê dijîn, bandor dibin.

Ji ber zext û kontrola hêzên ewlehiyê, rê nayê dayîn ku tevgerên Kurd ên yasayî jî çalak bibin.

Bi deh hezaran mirovên Kurd, di azadiya derbirînê, kombûn û çapemeniyê de, xwedî mafên sereke ne.

Qedexeya li ser PKK li pêşiya van astengiyek e.”

Dawiya nirxandina xwe Heînz Bîerbaû hevkariya leşkerî ya dewletên Ewropî ya bi Tirkiyê re şermezar kir û got:

“Em naxwazin dewletên Ewropî çekan bişînin Tirkiyê û welatên din ên herêmê.”

 

Back to top button