Dewleta Tirk li leşker û polîsên xwe yên dîl xwedî derneket

Dewleta Tirk bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê de 13 leşker û polîsên xwe yên dîl girtî kuştin.
Polîs û leşkerên dîlgirtî di 7’ê Hezîrana 2018’an de diyar kiribûn ku dewlet hem wan ji nedîtî ve tê, hem jî jiyana wan dixe metirsiyê.

Artêşa Tirk a dagirker 10’ê Sibatê êrîşa dagirkeriyê bir ser Garê û 14’ê Sibatê xwe li bexwedana gerîla ranegirt û derbeke giran xwar û vekişiya. Lê di encama êrîşên dagirkeriya Tirk de 13 leşker û polîsên dîl girtî hatin kuştin.

Polîs û leşkerên dîlgirtî di 7’ê Hezîrana 2018’an de ji ANF’ê re axivî bûn û diyar kiribûn ku dewlet wan ji nedîtî ve tê û jiyana wan jî dixe metirsiyê.

1

Endamê MÎT’ê yê bi navê Sedat Sorgun diyar dike ku kes xwedî li wan dernakeve û dibêje:

Nêzî sê sal in li vir im. Rewşa min a tenduristiyê niha baş e. Heta niha ne hikûmet ne jî artêş ti kes li me negeriya ye kes xwedî li me dernakeve.

2

Leşkerê bi navê Umîd Gicir jî bang li rayedarên dewleta Tirk kiribû ku ew li bendê ne dewlet ji bo wan tiştekî bike.

Aliyên siyasî, mûxalefet, komeleya mafên mirovan, saziyên civakî yên sivîl em ji hemûyan hêvî dikin ku êdî bikevin dewrê.

3

Leşkerê bi navê Semîh Ozbey jî dibêje;

Sê sal in li vir im. Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl çi ji destê kê tê em li bendê ne ku bikin. Bila ji bo me têbikoşin.

4
Leşkerê dîl yê bi navê Adil Kabakli jî derbarê rewşa xwe de wiha dibêje:

Ev sê sal in em li radyoyê guhdarî dikin, lê kes qala me nake. Navê me jî nayê bilêvkirin. AKP, CHP, çima ji bo me tiştek nakin?

5
Endamê MÎT’ê yê bi navê Muslim Altintaş dibêje:

Bila desthilat êdî ji bo me tiştekî bike. Gelo wan em ji welatîbûnê derxistine? Li ti cihî navê me naynin ziman.

6
Endamê MÎT’ê yê bi navê Mewlûd Qehwecî jî lomeya ji dewleta xwe dike û dibêje,

Nêzî du sal in li vir im. Me hewldanek ji bo xwe nedît, dengekî ji bo me nebihîst.

9

Endamê MÎT’ê bi navê Huseyîn Sari jî dibêje;

Me heta niha nebihîstiye ku partiyeke siyasî daxwaza berdana me kiriye. Sê sal in xwedî li me derneketin.

Ji fermandarên HPG’ê Mahîr Denîz jî di 17’ê Îlona 2019’an de ji ANF’ê re li ser mijarê axivî bû.

Fermandar Mahîr Denîz diyar kiribû ku rayedarên dewleta Tirk ji bo polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên êsîr tiştekî nakin, ji bo devera ku lê ne tespît bikin dikevin nava hewldanan û dixwazin bi êrîşên hewayî wan personelên xwe bikujin.

Back to top button