Ji ber teqîna volkanîk a çiyayê Etna yê li Îtalya seferên balefiran hat rawestandin

Li çiyayê Etna yê dikeve rojavayê Îtalya, careke din teqînên bihêz rûdan.
Li balefirxaneya Katanya ji ber rewşa derketî çûn û hatin rawestiyan.

Teqînên mezin yên volkanîk ku li çiyayê Etna pêk tê, li herêmê tirs avakir.

Dûmana ku ji çiya bilind dibû li herêmeke berfireh belav bû.

Ji ber vê yekê, dumana ku rabûyî weke baranekê ji xweliyê li bajarê Katanya û derdora wê bariya.

Domana bi qasî kilometreyekî ji erdê bilind bû.

Her wiha tevî seferên balefirê, di bejahiyê de jî zehmetî bi xwere da avakirin.

Herî dawî teqîna volkanîk ya li çiyayê Etna di meha Çileyê de pêk hatibû.

Back to top button