Li eyaleta Nîger 30 xwendekar û mamosta hatin revandin

Li eyaleta Nîger ya Nîjeryayê komekE çekdar êrîşî cihê razanê yê xwendekaran kirin.
Çekdaran 26 xwendekar û 4 mamosta revandin.

Li herêma Kagora ya eyaleta Nîger ya Nîjerya komeke çekdar êrîşî cihê razanê yê xwendekaran kirin.

Li gorî agahiyên despêkê 26 xwendekar û 4 mamosta hatine revandin.

Êrîş di saetên siharê de pêk hat.

Gelek xwendekaran jî karîn birevin û nekevin destê çekdaran.

Piştî bûyerê, hêzên ewlekariyê ji bo herêmê hatin veguhestin.

Beriya niha jî çeteyên Boko Haram yê baskê DAIŞ’ê li Nîjeryayê ye gelek caran êrîşên bivî awayî pêk anîbû.

Lê hîna nayê zanîn ka xwendekar ji aliyê çeteyên Boko Haram ve hatine revandin yan na.

Back to top button