Parêzerê Rêber Apo: Siyaseta jiyanê lîstikên komployê vala derxist

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo axivî û got:
“Lozan bi komployê nûjen kirin.
Siyaseta jiyanê lîstikên lomployê vala derxist.
Azadiya birêz Ocalan û çareserî girêdayî hev in.
Divê pêngavên navneteweyî û têkoşîna bi xet rêya sêyemîn mezin bibin.”

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî bi boneya 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo axivî.

Emran Emekçî sedema komploya navnetewî wiha nirxand:

“Amerîkayê ji bo projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin, Birêz Ocalan weke astengiyek didîtin û ji bo tunekirina wî komplo xistin meriyetê”

Emran Emekçî diyar kir armanca komployê kûrkirina pirsgirêka kurd bû û wiha domand:

“Siyaseta birêz Ocalan a jiyanê lîstika kûrkirina pirsgirêka kurd vala derxist.”

Emran Emekçî: Lozan bi komployê nûjen kirin

Emran Emekçî anî ziman ku pergala cîhanê bi taybet jî ji bo kurdên li Bakur, ji Lozanê heta niha polîtîkaya neçareserkirinê di meriyetê de ye û got:

“Çareserî ne li gorî berjewendiyê dewletên Ewropî ye.

Ji ber ku eger çareser bibe dê di destê wan de tiştekî bi kar bînin nemîne.

Di şexsê birêz Ocalan de Lozan careke din nûjen kirin.

Lê sekn û berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê, ev komplo vala derxist.”

Emran Emekçî: Azadiya birêz Ocalan û çareserî girêdayî hevin

Emekçî destnîşan kir ku Rêber Apo di nava 25 salan de gelek caran ji bo çareseriyê hewl da û wiha pê de çû:

“Lê Tirkiyê her carê ev hewldana Birêz Ocaaln vala derxist

Divê pêngavên navneteweyî û têkoşîna bi xet rêya sêyemîn mezin bibin.

Azadiya birêz Ocalan û çareserî girêdayî hev in.”

Zeyneb Mûrad: Ji bo birêz Ocalan divê helwesteke netewî derkeve

Back to top button